Li Şehbayê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Çalakiyên li dijî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomin.

Bi sedan şêniyên kantonên Efrînê meşeke girseyî li dar xist û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Meş ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafînê ber bi kampa Berxwedan a Şehbayê ve dest pê kir. Di meşê de diruşmeyên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan û banga rakirina tecrîdê hatin berzkirin.

Li kampa Berxwedan meşvanan deqeyek rêz girtin. Piştre, endama Kongreya Star Wehîda Xelîl axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike da ku vîna gelê Kurd ê berxwedêr ê ku ji bo azadiya xwe û azadiya rêber Abdullah Ocalan têdikoşe bişkîne.

Wehîda got, gelê Kurd ê xwedî li ramanê Rêber Abdullah Ocalan derketiye wê teslîm nebe û wê li hemberî hemû êrişan bisekine.

Endama Meclisa Jinên Azad a Şehbayê Efwiya Bekir tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên navdewletî û mafên mirovan ên cîhanê kir ku erka xwe bi cih bînin û tecrîdê bi dawî bikin.

Meş bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din