Li Şehbayê semînerek li ser "Şerê Taybet" hate dayîn

Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê di çarçoveya pêngava " Xak û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin" de semînerek li ser  "Şerê Taybet" da.

Semîner bi dirûşma "Bi çanda dayika xwedawend û hunera azad dê Efrînê rizgar bikin" bi beşdarbûna dehan şêniyên Efrînê û Şehbayê beşdar bûn li hola kampa Serdemê ya kantona Şehbayê hat dayîn. Cihê semînerê bi wêneyê Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û dirûşmên pêngavê hat xemilandin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre endama Tevgera Kevana Zêrîn Zeyneb Mihemed bixêrhatina beşdaran kir û li ser armancên çalakiyê axivî. Zeyneb tekez kir ku berxwedana wan a li dijî dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê li Efrîn, Bakur û Rojhilatê berdewam e.

Piştre endama Kevana Zêrîn Şirîn Reşîd li ser rêbazên şerê taybet wiha axivî: "Hedefa bingehîn ji şerê taybet, serweriya li ser zihniyet û hestiyarî ye, afirandina tevlihevî û bêbawarî ye. Bi wê re jî bandor li tevahî civakê dibe ku wê lewaz dixwe.

Şirîn wiha lê zêde kir: "Heke me li xwezayîbûna rejîma dewletê binerin, em ê bibînin ku ji destpêkê ve pişta xwe dide derew, dernexûnkirina rastiyan û propangandayên teşwîqkirinê. Li rexê jî tund û terorê bi kar tîne. Bi pêşketina pergala dewletê re, pêdivî bi zêdekirina propaganda û terorê çêdibe ku serweriya xwe li ser civakê bi awayekî giştî ferz bike. Li aliyekî dîtir jî perjirandina koletiyê, ne tenê bi tundiyê pêk tê. Lê belê bi serwerîkirina li zihniyet, rihê mirov û civakê, pêk tê."

Şirîn Reşîd tekez kir ku pêwîst e civaka zana be, da ku hedefên dijmin binase û planên wê yên şerê taybet têk bibe. Her wiha jî li gor rêgezên sepandî û mafên rewa tev bigere.

Piştre li ser heman mijarê senevîzyoneke hate pêşandan.

Dê çalakî heta 6 rojan bê navber li cihên cuda li kantoan Şehbayê bê lidarxistin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din