Li Şehbayê Roja Şehîdan hate bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê di bi boneya 18`ê Gulanê Roja Şehîdan hemû şehîd bi bîr anîn û destnîşan kir ku şehîdan rêya rast û nirxên mirovahiyê parastin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi boneya Roja Şehîdan daxuyaniyek da. Daxuyanî li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê hate xwendin.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endama meclisê Hêvîn Reşîd ve û bi zimanê kurdî ji aliyê Mihemed Ebdo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser van xalan:

"Bi boneya 18`ê Gulanê Roja Şehîdan em hemû şehîdên azadiyê û şehîdên Berxwedana Serdemê ku di qadên şer de efsaneyên dîrokî nivîsandin, bi bîr tînin.

Berxwedan ji serdema Medan a li dijî Dehaq heta roja îro didome. Bi hezeran pêşiyên me ji bo li hember zilm û dagirkeriyê bisekinin, tiştên giranbuha feda kirin û canê xwe ji bo parastina xaka welat feda kir. Şehîd Hakî Karer û Eqîd heta Zîlan, Bêrîtan û Bêrîvan û ji Arîn heta Avesta, Karker, Kendal û Barînan ala serkeftinê bilind kir û rêya maf, nirxê mirovahiyê parastin û ji nû ve ava kir û parastina nirxên mirovahiyê di serdema zilmkariyê de, dikin. Heta gorên wan ji kîna dijmin nefilitîn û ev yek biryarên mirovahiyê binpê dike.  

Em wek malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê piştrast dikin ku şehîdên me pêşengên me yên rêya azadiyê ne. Ji ber wê dema em dibêjin şehîd wateya azadî, wekhevî û jiyana bişeref û birûmet in. Em soz didin em ê şopdarên rêya azadî, rûmet û mirovahiyê bin."

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din