Li Şehbayê qurbaniyên Komkujiya Kefer Sexîr hatin bibîranîn

Meclisa Kantona Şehbayê îro di 9`emîn salvegera Komkujiya Kever Sexîr de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji sûcên dagirkeriya Tirk re deyne.

14`ê Tebaxa 2013`an çeteyên DAIŞ`ê li dijî niştecihên gundê Kever Sexîr ê kantona Şehbayê komkujî pêk anîn, di encamê wê de bi dehan welatî bûn qurban.

Têkildarî mijarê, îro bi dehan endamên Meclisa Kantona Şehbayê, meclis û komînên gund û navçeyan û şêniyên gundê Kever Sexîr li pêşiya navenda kantonê ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbyaê kom bûn û daxuyaniyek dan raya giştî.

 Endamê Meclisa Kantona Şehbayê Telat Welo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dijminên azadî, aştî û edaletê yên wekî “DAIŞ, Lîwaa Tewhîd, Rebî Erebî (Bihara Ereban), tabûra Azadî û tabûra Selaheddîn Eyûbî" li dijî gelê Kurd ên herêmê û li pêşberî çavên civata navneteweyî, herêmî û hikumeta Sûriyê kiryarên dermirovî pêk anîn, dîsa jî wan aliyan ji bo rêgirtina li pêş komkujiyan tiştek nekirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê ev roj wek birînekê di wîjdanê şêniyên gundê Kever Sexîr de bimîne.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Wekî şêniyên gundê Kefer Sexîr em vê komkujiya şermezar dikin. Em bang li civata navneteweyî, di serî de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên mafên mirovan û Komkara Erebî dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin û zextê lê bikin, di heman demê de ji bo vegera koçberan bi garantiya navneteweyî li warên xwe, tedbîrên pêwstî bigirin.”

Daxuyanî bi sloganên "Bijî berxwedan gel û şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din