Li Şehbayê qeşa zirarê digihîne berhemên çandiniyê

Di zivistana îsal de qeşayeke dijwar li Sûriyê heye û pileya germahiyê gihîşt heta -7 pileyî. Vê yekê zirareke mezin da berhemên çandiniyê û erdên mezin ên çandiniyê xirab bûn.

Li kantona Şehbayê pileya germahiyê gihîşt -7 (kêmek heft) di bin sifirê re û gelek zirar di berhemên çandiniyê de çêkir. Di encama qeşayê de ji sedî 15 ji berhemên çandiniyê li kantona Şehbayê xirab bûn. Bi taybetî jî çandiniyên di malên pilastîk de.

Ajansa me nêrînên hin pisporan der barê zirarên ku gihîştine berhemên çandiniyê de, her wiha nêrînên koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê û azarên ku di vê qeşayê de dikişînin, girtin.

Hevseroka Desteya Aboriyê li herêma Efrînê Mûşîre Reşîd diyar kir ku qeşayeke dijwar li berhemên çandiniyê xist û bandoreke mezin li berhemên vê werzê hatine çandin, kir. Mûşîre got erênî û neyîniyên qeşayê hene. Ji neyîniyên wê ku tevnên daran û zîlan dişewitîne û rengê reş dide pelên wan. Lê belê ji erêniyên wê ku kêzikan dikuje, bi yekê jî dar û şînkahiyê diparêze.

Welatiyê bi navê Cefer Silêman yek ji koçberên Efrînê îşaret bi mercên dijwar ku di vê zivistanê de tên sere wan, kir û wiha got: "Hewa pir sar e. Bi taybetî êvarê di bin konan de. Di vê qeşayê de sermayeke pir dijwar di bin konan de heye. Em sobeyên xwe ne bi roj ne bi şev vedimirînin. Zarokên biçûk bi nexweşiyan dikevin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji ber rewşa hewayê ya nebaş û ji bo tenduristiya xwendekaran, li hemû dibistanan heta 3 rojan betlane ragihandibû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din