Li Şehbayê, pêşengeha wêneyên sûcên Tirkiyê li Efrîn û DAIŞ`ê li Şengalê

Bi boneya salvegera 5`an a Komkujiya Şengalê Yekitiya Êzidiyan ya kantona Efrînê pêşengeha wêneyên komkujiya Şengalê û binpêkirinên DAIŞ`ê li Şengalê û yên ku heta  niha li Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve berdewam in vekir.

3`yê Tebaxê salvegera 5`an a Komkujiya Şengalê ye ya ku DAIŞ`ê der heqê gelê Êzidî de li Şengalê di 2014`an de pêk aniye.

Girêdayî mijarê Yekitiya Êzidiyan ya kantona Efrînê bi dirûşmeya `Bi giyana berxwedana Şengal û Berxwedana Serdemê em ê azadiya gelê xwe misoger bikin`,  pêşengeha wêneyan bi tevlibûna bi dehan şêniyên herêma Efrînê, endamên saziyên sivîl û komînên kantona Şehbayê vekir.

Di hola pêşengehê de ya Kampa Serdemê ya li kantona Şehbayê, 44 wêneyên girêdayî binpêkirin û komkujiyên çeteyên DAIŞ`ê der heqê şêniyên Şengalê de, kiryarên dagirkekriya Tirk û çeteyên wê der heqê şêniyên Efrînê de, pankartên bi nivîsên `Bi giyana berxwedana Şengal û Berxwedana Serdemê em ê azadiya gelê xwe misoger bikin`, `Ji Efrînê na ji dagirkeriya Tirk û guhertina demografîk re` hatin daliqandin.

Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê rêveber ê Yekitiya Êzidiyan Mistefa Nebo, hevserokê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Bekir Elo û endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvî Silêman axivîn. Axaftvanan destnîşan kirin ku komkujiya Şengalê di serdema 21`an de komkujiya herî xwîndar e, li gel pêşketina mirovahiyê û zêdebûna rêxistinên ku mafên mirovan diparêzin.

Hêvî Silêman rola jinê li Şengal û Efrînê li hember komployan silav kir û diyar kir ku bûyerên li Efrînê rû didin mîna komkujiya Şengalê ye.

Piştî bi dawîbûna axaftinan beşdaran di nav pêşengehê de geriyan.

Girêdayî heman mijarê Yekitiya Êzidiyan daxuyaniyek bi zimanên Kurdî û Erebî da raya giştî.

Di daxuyaniyê de hate  gotin "Îro 3`yê Tebaxê ye salvegera 5`an a hovantirîn komkujiya ku der heqê kurdên êzidî de pêk hatiye. Bi saya YPG û YPJ`ê û vekirina korîdorên mirovahiyê bi sed hezaran ji gelê Êzidî xilas bû.

Em binpêkirinên dewleta Tirk li herêma Efrînê û bêdengiya navdewletî şermezar dikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din