Li Şehbayê pêşbirka wêjeyê ya ji bo pêşxistina behreyên ciwanan

Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê ragihand ku deriyê tomarkirinê li ciwanên dixwazin beşdarî Pêşbirka Wêjeyê ya Ciwanan a Şehîd Gerzan hatiye vekirin.

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Efrînê bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê çavdêriya pêşbirka wêjeyî ya ciwanan a bi navê Şehîd Gerzan dike. Hedefa pêşbirkê piştevanî û pêşxistina behreyên ciwanan e.

Par pêşbirka yekemîn bi beşdariya 50 ciwanan dest pê kir, jê 5 ciwanan di aliyên çîrok, helbest, pexşan, gotar û şanoyê de di asta yekemîn de cih girt.

Yekitiya Rewşenbîran hefteya borî deriyê tomarkirinê li pêş beşdaran vekir. Yekitiyê belavokên şertên tevlêbûna pêşbirkê belav kirin, her wiha li ser tevna civakî belavok jî hatin weşandin. Dema wergirtina berhemên beşdaran heta 9’ê Îlona 2020’an e.

Ji şertên tevlêbûna pêşbirkê;

- Divê temenê beşdaran di navbera 16 heta 35’an de be.

- Divê  berhem ji berhemên wêjeyî; helbest, pexşan, çîrok, gotar û şano bin.

- Divê berhem ên beşdar bi xwe bin û ji tu cihan negirtibe.

- Berhem bi zimanên erebî û kurdî tên qebûlkirin.

- Divê berhem bi şiklê dosyaya word be.

- Divê berhem berê nehatibin weşandin.

- Mafên çapkirin û weşandina van berheman li gorî yekitiyê ne.

Li gorî komîteya amadekar, armanca lidarxistina pêşbirkê avakirina derfetê li pêş ciwanan e, ji bo ku ciwan berhemên xwe derxin û beşdar bibin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din