Li Şehbayê pêşbirka werzîşê

Li kantona Şehbayê bi beşdarbûna 250 lîstikvanan pêşbirkên werzîşê hatin organîzekirin.

Bi dirûşma "Bi rihê Şehîd Zîlan û berxwedana Tîrmehê serkeftin wê bi teqez a Berxwedanê Serdemê be" Yekitiya Werzîşê ya Demokratîk a herêma Efrînê bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê û Meclisa Kampa Serdemê bi beşdarbûna 250 lîstikvanan çalakiyeke werzîşê li kampa Serdemê li dar xist.

Listikvanan beriya çalakiyê jî bi rojan perwerdeyên werzîşê ditibûn. Jê beza 100 û 400 mîtreyan, pêşbirka meşê, kişandina werîş a herdu zayendan, pêşbirka du kîlometreyan a zilmanan.

Pêşbirka li stada futbolê ya li kampa Serdemê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre axaftin ji aliyê Rêvebera Meclisa Kampa Serdemê Robalîn Elî û Hevserokê Yekîtiya Lîstokên Ferdî Mihemed Elî Mihemed ve hatin kirin.

Di axaftinan de çalakî li lîstikvanan hate pîrozkirin û hate gotin, ev çalakî ji cîhanê re diyar dike ku tevî dagirkirin, koçberî û kiryarên çeteyan gelê Efrînê berxwedana xwe didomînin û zû an dereng be dê vegerin warê xwe.

Paşê pêşbirk bi çavdêriya komîteyeke ji 12 kesan destpê kir. Komîteyê mêdalî û diyarî li ser 3 astan belav kir.

Çalakî bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

Tê payîn ku dê mîna van çalakiyan li hemû herêmên Şehbayê lidar bikevin.

ANHA


Mijarên Din