​​​​​​​Li Şehbayê mewlûda pêxember hate pîrozkirin

Li Şehbayê salvegera roja jidayîkbûna pêxemberê Îslamê, Mewlûda Nebî, bi xwendina ayetên Quranê û qesîdeyên dînî hate pîrozkirin.

Îro salvegera roja jidayîkbûna pêxemberê Îslamê hezretî Mihmed e. Bi vê boneyê li Komîteya Olî ya herêma Efrînê bi hevkariya meclisa navçeya Til Rifet û Efrînê mewlûdek li mizgefta Ebas Bin Ebdulmutelib a li Til Rifetê li dar xist. Bi dehan şêx, endamên saziyên civaka sivîl, şêniyên navçeyê amade bûn.

Mewlûd piştî nimêje nîvro, bi xwedina ayetên Quranê û qesîdeyên ayînî dest pê kir. Mewlûd hate xwendin û bo ruhê miriyan dua hatin kirin.

ANHA


Mijarên Din

Li Efganistanê teqîn