Li Şehbayê madeyên paqijî û dezenfektekirinê hatin belavkirin

Komînên kantona Şehbayê ji bo parastina paqijiya kesayetî, giştî û ji bo pêşî li belavbûna Koronvîrusê bigirin madeyên paqijiyê û dezenfektekirinê li şêniyan belav kirin. Her wiha hemleyên dezenfektekirinê ji aliyê şaredariyan ve li tevahî kantonê didomin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê de çûn û hatin qedexe kir.

Meclis û komîteyên kar û barên civakî yên kantona Şehbyê dest bi belavkirina madeyên paqijî û dezenfektekirinê li komînan kir ku li şêniyan werin belavkirin.

Belavkirina madeyan li ser du beşan e; beşa yekemîn dê madeyên paqijiyê (sabûn, lodalîn û dermanê şûştina cilan) werin belavkirin û di beşa duyemîn de dê madeya klorê were belavkirin.

Li gundê Kefer Qaris ê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hevseroka komîna gund Zeyneb Kemal ji ajansa ANHA’yê re wiha axivî: "Em madeyên paqijkirinê li malên gund belav dikin. Me dest bi vê yekê kir da ku desteka dezenfektekirinê bikin û pêşî li belavbûna Koronvîrusê bigirin."

Zeyneb destnîşan kir ku ji bo kombûn di dema belavbûnê de çênebe her malbatek tê agahdarkirin û pêdiviyên xwe werdigirin.

Zeyneb bang li şêniyan kir ku hişyar bin û pêşî li belavbûna vîrusê bigirin, bi awayekî cidî û li gorî şêwazên taybet tev bigerin da ku pêşî li belavbûna vîrusê bigirin.

Welatiyê bi navê Elî Bekir spasiya keda Rêveberiya Xweser û komînan kir ku destekê didin wan û pêdiviyan ji wan re peyda dikin.

Endamê Komîteya Kar û Barên Civakî Ednan Cafer jî wiha anî ziman: "Me madeyên paqijiyê bi miqdarên mezin li hemû şêniyên gund belav kirin, da ku şênî li pêşiya komînê kom nebin. Di beşa duyemîn de jî em ê madeya klorê belav bikin."

Her wiha hemleyên dezenfektekirinê ku ji beriya çend rojan ve şaredariyên gel ên kantona Efrîn û Şehbayê dest pê kirine, didomin.  Îro di saetên sibê de derman li gundewar û navçeyên kantona Şehba û navçeya Şêrawa hatin reşandin.

Li gundewar û navçeyan jî şaredarî rojane li Fafîn, Kampa Berxwedan, Til Rifat, Aqîbê, Ehres û Kefer Naya dermanan direşîne.

Şaredarî li ser 3 beşan hemleyên xwe pêk tîne. Ya yekemîn hemleya dezenfektekirina sazî û meclisan, ya duyemîn dezenfektekirina tax û kolanan û ya sêyemîn jî dezenfektekirina mal û kampan e.

(bx)

ANHA 


Mijarên Din