Li Şehbayê hemleyên dezenfektekirin û tedbîrên taybet li kampên koçberên Efrînê

Meclisa kantona Efrînê gelek tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê li hundirê kampên li kantona Şehbayê girtin. Her wiha Desteya Şaredariyan xebatên xwe li tevahî herêmên Şehba xurt kirin û dest bi hemleya dezenfektekirina berfireh kir.

Bi qeydkirina hejmarek ji rewşên kesên li kantona Şehbayê bi Koronavîrusê ketine re, Meclisa kantona Efrînê gelek tedbîrên xweparastinê li hundirê 5 kampên koçberên Efrînê li kantona Şehbayê girtin.

5 kampên li kantona Şehbayê ev in; kampa Berxwedan li navçeya Fafînê, kampa Serdemê  û kampa Efrînê li navçeya Ehdas, kampa Şehba li bajarokê Dêrcemalê û kampa Vegerê li gundê Ziyaretê ya navçeya Şêrawayê.

Piştî derketina 4 rewşên vegirtina Koronavîrusê û kesekî jiyana xwe ji destdayî, komîteyên pispor û Meclisa kantonê lez tedbîrên li dijî belavbûna pandemiyê. Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa kantona Efrînê Mihemed Neiso wiha got: "Koronavîrus li kantonê belav dibe. Divê tevahî şênî haydar bin û bi xemsarî nêz nebin.”

 Neiso îşaret pê kir ku serdanên li 5 kampan hatin qedexekirin, tenê şêniyên li kampan di rewşên awarte de dikarin derkevin derve, her wiha kombûnên li taxên kampan jî hatin qedexekirin.

Neiso diyar kir ku tîmên tenduristiyê yên li hundirê 5 kampan heke rewşên biguman derketin, di rewşeke amade û awarteyê de ne.

 Neiso got: “Tê payîn hebên vîtamîn C ên ku pergala xweparastina bedena mirov xurt dike li şêniyên li kampan belav bikin.”

Girêdayî mijarê, Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê çalakiyên xwe yên dezenfektekirinê li tevahî herêmên Şehba bi giştî xurt kirin bi taybet li nava kampan.

Der barê tedbîran de, hevseroka Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê Melek Husên wiha got: "Bi sepandina hebûna Koronavîrusê li herêma Efrînê, Desteya Şaredariyan bi lez gelek tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê(COVID-19) girtin."

Her wiha tedbîrên Desteya Şaredariyan wiha ne; hemleyên dezenfektekirina berfireh û bikaranîna dermanên kelmêşan.

Melek Husên destnîşan kir ku dê dest bi hemleya dezenfektekirina taybet a li hundirê kampên koçberan bikin, li gel wê jî navçeya Ehresê ku tê de rewşên kesên bi Koronavîrusê ketine hatine qeydkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din