Li Şehbayê çalakiyên hunerî

Endamên Tevgera Kevana Zêrîn di dawiya çalakiya hunerî ya heftane ya bi dirûşma "Bihûşta yekem li ser erdê Kevan e, ka em wê vejînin" de, piştrast kir ku ew ê tevî koçberiyê jî hunera xwe ya resen berdewam bikin.

Di roja bîranîna şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) de, çalakiya heftane ya Tevgera Kevana Zêrîn a bajarê Efrînê di 30`ê Hezîranê de dest pê kir. Tevgera Kevana Zêrîn pêşandan li kantona Şehbayê û gundên Şêrawa û kampên koçberên ji Efrînê pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de 8 komên hunerî, 4 komên stranan, 2 komên dîlanên folklorîk, komeke şanoyê û koma jinan a folklorê beşdar bûn. Li ser girîngiya paqijbûna zarokan pêşandan pêk hatin û alavên kevn ku jinan bi kar dianîn da ku genim û qehweyê bihêrin, hatin pêşkêşkirin. Her wiha jinên Kevana Zêrîn cilên taybet ên kurdî li xwe kiribûn.

ARMANC ZINDÎKIRINA ÇANDA EFRÎNÊ YE

Endama Kevana Zêrîn Rozan Hemo li ser girîngiya çalakiya hunerî wiha got: "Me çalakiya heftane li navçeyên kantona Şehbayê û kampan pêşkêş kir."

Rozan piştrast kir ku armanca vê çalakiyê ew e ku çanda Efrînê zindî bikin û moralê gel bilind bikin.

Endama Koma Viyan Soran a dîlanê Roksan Mihemed jî wiha got: "Me çalakî ji bo zindîkirina çand û hunera xwe pêşkêş kir û em çanda dayikê ji bîr nakin û îro jî me çalakî bi dawî kir.”

ANHA

 


Mijarên Din