Li Şehbayê çalakiyên bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê

Şêniyên Efrînê û pêkhateya êzidî salvegera 38’an a şehîdên berxwedana zindanan bi bîr anî. Her wiha şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelan pîroz kirin û destnîşan kirin ku berxwedana 14’ê Tîrmehê şoreş veguherand vejîna neteweyî û berfirah bû.

Ji bo bîranîna şehîdên berxwedana zindanan û Şoreşa 19ê Tîrmehê, Yekitiya Êzidiyan û Yekitiya Jinên Êzidî yên kantona Efrînê li Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê daxuyaniyek da.

Daxuaynî ji hêla endama Yekitiya Jinên Êzidî Rûxaş Cindo û endamê Yekitiya Êzidiyan Esed Marko ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Şoreşa Kurdistanê bi hêviyên mezin ku banga azadî û demokrasî û bi berxwedana gelê me ya bêhempa dest pê kir. Şoreşa yekem di 14`ê Tîrmehê bû. Hevalan di girtêgehên dewleta Tirk a faşîst de bi çalakiya birçîbûnê ya bêdorveger li ber xwe da û zincîrên ku dewleta Tirk û pergala wê ferz kiribûn, şikandin. Her wiha destnîşan kirin ku têkoşîna azadiyê li Kurdistanê bi bin nakeve.”

Girêdayî heman mijarê sînevîzyonek têkildarî berxwedana 14`ê Tîrmehê a zindana Amedê li ser Dika Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê hate pêşendan. Bi dehan koçberên Efrînê li sînevîzyonê temaşe kir.

Di destpêka çalakiyê de endama Meclisa Kantona Efrînê Zelox Bekir behsa berxwedana pakrewanan a di girtîgehan de kir û got: "Pakrewanan zordariya dewleta Tirk a faşîst li dijî wan, red kir û li ber xwe da. Piştre berxwedana wan a bêhempa li tevahiya cîhanê deng veda.”

Piştre fîlmek li ser berxwedana pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê (Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û Akîf Yilmaz) hate pêşkêşkirin.

Meclisa Kantona Efrînê wê heman çalakiyê heta 15`ê Tîrmehê li hemû navçeyên kantona Şehbayê li dar bixe.

ANHA


Mijarên Din