Li Şehbayê bi hezaran li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşiyan

Bi hezaran şêniyên Efrînê û Şehbayê bi meşekê  êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê, kantona Şehbayê û binpêkirênên li Efrînê şermezar kirin.

Meş bi dirûşmeya "Bi rihê Berxwedana Serdemê û Şeladizê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê serî hildin" ji ber Stada gundê Babins ê navçeya Fafîn a Şehbayê dest pê kir.

Di meşê de wêneyên şehîdên şoreşa Rojava, şehîdên greva birçîbûnê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çiqlên zeytûnan hatin hildan û pankartên silavkirina berxwedana gelê Kurd, şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û bêdengiya navdewletî û banga yekitiyê li hemberî siyasetên dagirkeriyê hatibûn vekirin. Her wiha bê navber dirûşme hatin qîrkirin.

Meş li qada Bazar a navenda gundê Babnisê rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtinê ya bîranîna şehîdan, endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Zelal Xebat axivî, berxwedana çalakgeran û gelê Şeladîzê silav kir û bêdengiya hikûmeta herêmê li hemberî êrîşan şermezar kir.

Zelal destnîşan kir ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê berdewama siyasetên dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrînê ye.

Zelal Xebat bang li hemû gelan kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê têkoşînê mezin bikin û got, bi têkoşîn û berxwedanê dê gel bighêje azadiya xwe.

Piştî axaftinan, daxuyanî bi navê Meclisa Kantona Şehbayê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin "Dewleta faşîst a Tirk a destekê dide terorê beşekî giranbuha ji xaka Sûriyê di nav de Efrîn dagir kir. Komkujî pêk tîne û sivîlan direvîne, herêmê ji niştecihên wê yên resen vala dike û li şûna wan malbatên çetayan bi cih dike, dîsa jî guhertina demografî û siyasetên asîmîlekirinê didomînin.

Siyasetên dewleta Tirk bi dagirkirinê tenê sînordar nema, lê belê rojane kantona Şehbayê topbaran dike, sivîlên Efrînê ku ji warê koçî Şehbayê hatine kirin dikujin da ku wan dîsa ji Efrînê dûr bixin."

Bi navê Meclisa Kantona Efrînê jî daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurdistanê yên hundir û derveyê welat dike ku li  hemberî siyasetên dagirkeriya Tirkiyê bisekinin. Her wiha bang li civaka navdewletî dike ku li hemberî binpêkirinên Tirkiyê bêdeng nemîne.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û Şeladîzê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din