Li Şehbayê, berxwedana li dijî dorpêçê

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin, tekez kirin ku çembera rejîma Sûriyê, vîn û berxwedana wan naşikîne û gotin: “Em bi çandiniyê, li dijî siyasetên dorpêçê disekinin.”

Şêniyên Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de ji ber êrîşên dewleta dagirker a yên li ser Efrînê, neçar man berê xwe bidin kantona Şehbayê ya bakurê Helebê. Ji wê demê ve şênî di kamp û malên wêrankirî de, bicih bûne.

Ya zêde dijwartir kiriye jî, dorpêça ku rejîma Sûriyê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye. Rejîm li ser kel û pelên ku dikevin Şehbayê, bacan dibire û biha dike. Rejîm tenê di wê de sînordar namîne. Wan jî beriya niha wek dewleta Tirk a dagirker hin sivîlên Efrînê yên li bajarokên Nibul û Zehrayê, revandin.

 Ji bilî wê jî, Rejîm nahêle şênî biçin Heleb, da ku tedawî bibin. Li ser dermanên ku dikevin kantonê jî bacan ferz dike. Qedexedike ku xebatkarên tenduristiyê derbasî kantonê bibin. Li gor nûçegihanên ajansa me yên li herêmê, ji sal û nîvekê ve 50 kes, ji ber dorpêça Rejîmê jiyana xwe ji dest dane.

Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrînên hin şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê girtin.

Mihemed Qido got: "Piştî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê, em koçî Şehbayê bûn. Lê ev zêdetirî salekê ye ku  Rejîmê jî dorpêç li ser me ferz kiriye. Siyaseta ku rejîma Sûriyê dimeşîne, berdewama siyaseta dagirkeriya Tirkiyê ye. Ku armanc têkbirina gelê Kurd û projeya neteweya demokratîk e."

Qido diyar kir ku weke li Efrînê çandinî dikirin, niha li Şehbayê jî çandiniyê dikin. Qido wiha doman: “Ji bo ku em pêdiviyên xwe pêk bînin, rojane di çandiniyê de dixebitin. Rewş çiqas dijwar dibe bila bibe, em ê li ber xwe bidin.”

Şêniya bi navê Necah Xelîl wiha got: “Em di çandiniyê de dixebitin da ku pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin. Heta ku Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyan were rizgarkirin, em ê li ber xwe bidin.”

Şêniya bi navê Mihemed Îbrahîm jî wiha axivî: “Em ji saet 6’ê sebehê heta 12’ê nîvro di çandiniyê de dixebitin. Da ku alîkariya gelê xwe bikin. Li dijî gelê me komployek heye. Armanca vê komployê şikandina berxwedan û vîna gelê me ye. Ji bo têkbirina siyaseta qirêj çi ji destê me tê em ê bikin.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya