Li Şehbayê amadekariyên sala nû ya perwerdeyê

Komîteya Perwerdeya Civaka Deokratîk li kantona Şehbayê amadekariyên sala perwerdeyê ya 2019-2020‘an dike. Dê 8‘ê Îlonê deriyê dibistanan vebe.

Rewş û azara li pêşberî şêniyên kantona Efrînê yên neçar mane li kantona Şehbayê bi cih bibin, li pêş perwerde û fêrkirinê nebû asteng. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi derfetên kêm dest bi amadekariyên pêşwazîkirina sala nû ya perwerdeyê kir.

Di çarçoveya amadekariyan de KPC-D‘ê dest bi sererastkirin û restorekirina dibistanên wêrankirî kir.

Mamosteyan jî ku dewreyên perwerdeyê yên pêşxistinê di betlaneya havînê de standibûn, roja yekşemê dest bi dewama rêveberiyê kir.

Li gorî arşîva KPC-D’ê, hejmara xwendekaran a îsal dê nêzî 13 hezar xwendekar bin. Ji wan 10 hezar ji bo qonaxên serertayî û navîn û 3 hezar jî ji bo qonaxa amadeyî. Xwendekar dê li nav 64 dibistanan werin belavkirin.

Li aliyekî dîtir jî KPC-D’ê pêdiviyên xwendekarên qonaxên seretayî û navîn ji kel û pel anku wekî pênûs, lênûsk û hwd ji tevahî dibistan û kampan re amade kir û ji wê jî zêdetir cilên zivistanê jî dabîn kirin.

Di vî warî de berdevkê KPC-D’ê yê herêma Efrînê Narîman Sîdo ji ANHA’yê re diyar kir ku dest bi amadekariyên vekirina dibistanan li kantona Şehbayê kirine.

Narîman Sîdo bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên zarokan kir ku der barê şêniyên kantona Efrînê yên ku ji warên xwe bi sedema dijminatiya Tirkiyê li ser Efrînê neçar mane derkevin, bibin alîkar.

Li gorî KPC-D’ê dê pêşwazîkirina xwendekaran di 8’ê Îlonê de dest pê bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din