Li Şehbayê 4 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihand ku 4 kesên din li kantona Şehbayê bi koronayê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa da zanîn ku li kantona Şehbayê 4 kes din bi koronayê ketine. Bi vê yekê hejmara îro ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine, gihîşt 20 kesan.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 86 kes bi koronayê ketine û 4 kes jî mirine.

ANHA


Mijarên Din