​​​​​​​Li Şehba û Helebê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin

Li Şehbayê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi meşekê hate şermezarkirin. Li Helebê jî malbatên şehîdan û birîndarên şer daxuyanî dan.

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li kantona Efrînê ku kete sala xwe ya duyemîn de meşeke lidar xistin.

Meş ji qada navenda navçeya Ehrsê destpê kir. Şêniyan alên Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bi giyanê şehîdên azadiyê em ê komployê têk bibin û jiyanê bikin berxwedan"hildan û bi yek dengî diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê qîriyan. Meş di nava kolanên sereke yên navçeyê de geriya û li ber Goristana Şehîdan rawestiya.

Li Goristanê deqeyeke rêz a bîranîna şehîdan hate girtin. Pişte endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Zekiya Îsmaîl bi zimanê Erebî û Avdar Elo bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Du sal li ser dagirkirina dewleta Tirk a li kantona Efrînê re derbas bû. Wekî tê zanîn kantona Efrînê beriya were dagirkirin di rewşeke aram û ewle de bû û spartgeha koçberên Sûriyê bû yên ji ber şer reviya bû. Dewleta Tirk 20‘ê Çileya 2018‘an êrişek mezin anî ser bajarê Efrînê û tevahî navçeyên wê, di van êrişan de komên girêdayî opozisyona Sûriya ya xwedî fikrê îslama tundraw bi kar anîn û zêdeyî 70 balafirên şer li ser herêmê gerand.

Di 18‘ê Adara 2018‘an de ji ber êrişên qirkirinê derdora 400 hezar kes ji kantona Efrînê derketin Şehbayê. Artêşa Tirk û komên girêdayî wê bajar û navçeyên wê bi temamî xistin bin serweriya xwe. Piştî dagirkirinê dest bi kiryarên xwe yên dermirovî û li dijî qanûnên navdewletî kirin, jê talankirina milkên welatiyan û destdanîna ser bax û baxçeyên zeytûnan ku jêdera tekane ya quta şêniyan e.

Li gel van jî da pey gelê Efrînê yên ku koçî deverên din kirin û bi top û obusan dike hedef. Di encamên van êrişan de jî bi dehan koçberên Efrînê bûne qurbanî. Ya dawî komkujiya li navçeya Til Rifetê ya li dijî zarokan bû ku di encamê de 8 zarok û 2 kesên bi temen hatin qetilkirin û 2 jî birîndar bûn.

Em Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê  xeteriya rewşa heyî ya li Efrîn a dagirkerî û Şehbayê ku kampên koçberan lê hene tînin bîra raya giştî. Li pêşberî çavê cîhanê herêma Efrîn ya ewle hate dagirkirin. Efrîn bi sîstemeke ku mafê hemû pêkhate, ol û mezheb diparast xwe bi rêve dibirin.

Li ser vê yekê em malbatên şehîdan û malbatên ku ji ber şer ziyan dîtine bang li Konseye Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku erk û berpirsyartiyên xwe yên mirovî û hiqûqî bi cih bîne û bi lez li gorî pîvan û qanûnên navdewletî tevbigerin û dagirkeriya Tirk a li tevahî herêmên Sûriyê (Ezaz, Bab, Cerablus û Efrînê) bi dawî bike.

Careke din em teqez dikin ku tiştên dewleta Tirk a faşîst dike nayê tehemulkirin. Nabe gelê Efrînê di bin zulmê de bimîne. Em gelê berxwedêr û qedîm û xwedê maf in, dagirkeriya li ser xaka xwe û binpêkirinên mafan û kuştina zarokan bi xwîneke sar qebûl nakin. Em dibînin ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî li beramberî vê rewşê yek ji sedemên ku dihêle Tirkiyê zêdegaviyên xwe bidomîne û aloziya li Rojhilata Navîn gurtir bike. Ev yek îhtîmala veguhestina terorê li dewletên erebî  rojavayê bi giştî zêde dike.

Piştî xwendina daxuyaniyê meşvanan mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

HELEB

Bi heman armancê bi dehan endamên  Meclisa Malbatên Şehîdan û birîndarên şer  li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê  hatin bav hev û daxuyaniyek ji bo raya giştî parve kirin. Heman daxuyaniya li Şehbayê hate xwendin li virî bi zimanê kurdî ji aliyê mamoste Sozdil Nebo û bi zimanê Erebî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ewaş Şawîş ve hate xwendin.

ANHA


Mijarên Din