Li Şehba û Helebê bi hezaran li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û kantona Şehbayê bi hezaran kes li dagirkeriya Tirk meşiyan.

Di çarçoveya pêngava bi dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAÎŞ’ê têk bibe” ya ji aliyê Kongreya Star ve hatiye organîzekirin de bi sedan mamosteyên herêma Efrînê li gundê Til Qireh ê Şehbayê bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin

Meş li gundê Til Qireh destpê kir û heta ber dibistana seretayî ya gund dewam kir.

Li ber dibistanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate giritn û mamoste Zahîda Mamo daxuyaniya bi zimanê Erebî û mamoste Velantîno Welo jî daxuyaniya zimanê Kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca êrîşên dewleta faşîst a Tirkiyê û alîgirên wê yên li ser gelên herêm û binpêkirinên ne mirovî şikandina biratiya gelan e û têkbirina şoreşa gelên şoreşger a li hemberî dagirkeriyê ye.

Mamosteyan  kiryarên ne mirovî yên Erdogan şermezar kirin û bang li raya giştî ya cîhanê û rêxitinên mafên mirovan kirin ku li gel gelê Kurd û pêkhateyên Rojava bisekinin û wan biparêzin. Mamosteyean teqez kirin berxwedana wan li dijî dagirkeriyê tevlî koçberiyê berdewam e.

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

HELEB

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi heman armancê meşiyan.

Meş ji pêşiya hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de pankartên " Amed paytexta me ye, bimere faşîzma Eredoga û Erdogan Hetlrê serdemê ye" hatin vekirin û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Abdullah Ocalan a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê rawestiya û veguherî mîtîngê. Li virî deqeyek rêz hate girtin. Paşê Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo û Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê Mihemed Şêxo axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser berxwedan û hevgirtina gelê Bakurê Sûriyê û hate gotin ku bi saya xwîna bi hezaran şehîdan û hevgirtina gelan serkeftinên mezin li dijî çeteyên DAIŞ û dagirkeriya Tirk hatin bidestxistin.

Kesên axivîn, gotin faşîzma dewleta Tirk hêviyên gel dikin hedef, ji dagirkirina Efrînê têr nebû, niha gefên dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din