Partiya Muhafezekarên Demokrat şaxê Şedadê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Şedadê, şahiya xelatkirina zarokên şehîdan li dibistana Becedelî yak u 3 km dikeve rojavayê navçeyê, li dar xistin.
Di şahiyê de zarokên şehîdan peyasek şanoya pêkenokî, şanoya bêdeng pêşkêş kirin, paşê rêvbeerê Partiya Muhafezekarên Demokrat Abdullah Sewsdî axivî û rola şehîdan di misogeriya ewlehiyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist.
Sewadî anî ziman ku xwedîderketina li zarokên şehîdan erka hemûyan e û ev xelatên bicûk tenê dilsoziya bi giyanên şehîdan e.
Sewadî destnîşan ku çalakiyên wiha dê domdar li dibistanên navçeyê û bejahiya wê werin lidarxistin, wekî destpêk me li dibistana Bedcelî li dar xist, ji ber ku gelek şehîd di şerên rizgarkirin û Berxwedana Rûmetê de dane.
Di dawiya şahiyê de buroya Partiya Muhafezekarên Demokrat a navçeya Şedadê zarokên şehîdan xelat kirin.
(eh)
ANHA