Li Şedadê xwedîkirina pez zêde dibe

Buroya Yekitiya Cotkar û Sewalkaran a navçeya Şedadê ya başûrê Hesekê nasnameya endamtiyê da bêhtirî 3 hezar kesên ku pez xwedî dikin.

Şêniyên herêmên başûrê kantona Hesekê debara xwe bi çandiniyê dikin û ya duyemîn jî bi xwedîkirina pez dikin. Ji ber vê yekê piştî herêm ji DAIŞ`ê hate rizgarkirin, şêniyan bêhtir pez xwedî kir, ji ber dema çete li herêmê bûn, fediya li pez dixistin.

Rêveberiya navçeya Şedadê, li navçeyê Buroya Yekitiya Cotkar û Sewalkaran vekir û piştgiriya xwedanên pez dike.

Bi demê re şêniyan bêhtir pez xwed îkirin û Buroya Yekitiya Cotkar û Sewalkaran ji bo karê xwe hêsantir bikin.

Heta niha hem li navçeyê û hem li gundewarên wê 3 hezar kesî navê xwe li buroyê tomar kiriye û hêj tomarkirin berdewam e. Tê pêşbînkirin ku hejmara kesên nasnameya endamtiyê wergirin bigihîje 15 hezarî.

Têkildarî kar û xebata yekitiyê serokê buroya Şedadê Mihmed Cuma axivî û wiha anî ziman: “Dayîna nasnameyan ji bo birêxistinkirina karê xwedanên pez e. Da ku pêwîstî û êm ji pezên wan re were peydakirin, di milekî din di van deman de hejmara kesên pez xwedî dikin, zêdetir bûye.”

Cuma bang li aliyên peywendîdar kir ku alîkariya xwedanên vê behreyê bikin, aşleyan bê pere li pez bixin, êm bi nirxekî kêm bifiroşin, ji ber lîreya sûrî daketiye û bazara xurdekirina bi dolar dide û distîne.

Welatiyê bi navê Îsmaîl Hemed ê ji gundê Hena, bang li aliyên peywendîdar kir ku êm ji pez re peyda bikin, her wiha bal kişand ser kêmbûna çêregehan, ji ber piraniya gundiyan erdên xwe çandine.

Her wiha Hemed banga aşlekirina bêpere û belavkirina êm kir.

Di milekî din de Nûra El-Elî ji gundê Serab e û pez xwedî dike. Nûra hêviya dana êm bê pere yan jî bi pereyekî kêm dike, ji ber nirxên kirîn û firotina pez bilind bûye.

Her wiha Nûra Elî diyar kir ku jinên bî yên li navçeyê pez xwedî dikin û sûdê ji mast dikin, qûta zarokên xwe peyda dikin û yê zêde li bazarê difiroşin. Nûra Elî bang li aliyên peywendîdar kir ku piştgiriya jinan bikin, êm ji pez re peyda bikin û pez aşle bikin.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din