Li Şedadê pirsgirêka jenatorên kehrebê 

Şêniyên navçeya Şadadê ji hewldana xwediyên jenartoran a zêdekirina buhayê amperan bi gazinc in. Meclisa navçeyê çareseriyek demkî ta meha Remezanê danî.

Ji ber kêmbûna saetên kehrebê şêniyê navçeya Şedadê ya başûrê bajarê Hesekê hewcedariya xwe ya ji kehrebê ji jenartoran a li gorî sîstema amperan dabîn dikin. Komîteya Sotemeniyê ji aliyê xwe ve mazotê dide xwediyên jenartoran.

Di demên dawî de, xwediyên jenartoran ji tedbîrên li dijî Koronavîrusa û qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûd girtin da buhayê amperan bilind bikin.

Komîteya Jenartoran a Şedadê buhayê her amperekê hezar û  lîreyên Sûriyê diyar kir ku 8 saetan were pêxistin.

Xwediyên jenartoran kêmbûna sotemeniyê û derengbûna belavkirinê wê dikin hincet da ku buhayê amperan zêde bikin.

Şêniyê bi navê Mihemed El-Ferec ê ji gundê Serab ê 3 km dikeve bakurê rojhilatê Şedadê nerazîbûn nîşanî xwediyên jenartoran da yên ku bi hinceta ku sotemenî naghêje wan hewl dan di destpêka meha Remezanê de kehrebe qut bikin.

El-Ferec destnîşan ku xwediyên jenartoran ji vê nêzîkatiyê hewl dan buhayê amperan zêde bikin û got: "Buhayê her amperekê hezar û 500 lîre bûn, hewl dan buhayê wê bikin 2 hezar. Hewl dan bi vê yekê zextê li Komîteya Jenartoran a Şaredariya Şedadê bikin da ku daxwaza wan bi cih bînin."

El-Ferec anî ziman ku wan gilîname pêşkêşî Komîteya Jenartoran kir û anî ziman ku bersiva komîteyê ew bû ku ew miqdarê pêwîst ê sotemeniyê didin xwediyên jenartoran.

Welatiyê bi navê Nesredîn El-Salih ê ji gundê Herîrî yê 3 km dikeve rojavayê navçeya Şedadê diyar kir ku ji ber qutbûna kehrebe bi saetan dirêj dike  beşeke mezin a şêniyan pêwîstiya xwe ya ji kehrebêji jenartoran dabîn dikin.

El-Salih anî ziman ku xwediyên jenartoran xwestin jenartoran ji xizmetê derxînin heta daxwaza wan a bilindkirina buhayê amperan ta 2 hezar lîreyan bi bi cih were û wiha domand: "Dîsa jî xwediyên jenartoran li gorî saetên ku şaredariyê diyar kirine, jenartoran vênaxin."

El-Salih hêvî kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya koperatîfekê jenartorekê bikire ku bibe milkê gel.

Xwediyê jenartorekî bi navê Xelîl El-Esaf jî ji hêla xwe ve got: "Şênî lomê li xwediyên jenartoran dikin bêyî sedema bilindkirina buhayê amperan nas bike. Meclisa herêmî û Komîteya Jenartoran nîvê miqdara sotemeniyê li ser wan qut kir, ji ber vê em neçar man jenartoran ji xizmetê derxînin."

El-Esaf destnîşan kir ku meclisê civîneke ji xwendiyên jenartoran re çêkir, tê de çareseriyeke demkî pêşkêş kir. Li gorî çareseriyê dê jenartor heta dawiya meha Remezanê bi buhayê hezar 500 lîreyî bixebitînin, her wiha 5 bermîl mazot bide wan."

El-Esaf anî ziman ku ew ê heta dawiya meha Remezanî jenartoran pêxin, heger meclis û komîte daxwazên wan bi cih neanî dê neçar bimînin ku jenetorên xwe rabikin.

Ji bo naskirina sedema kêmkirina miqdara sotemeniyê ji xwediyên jenartoran re û bersivdana giliyên şêniyên Komîteya Jenartoran a navçeya Şedadê tu daxuyanî neda.

ANHA


Mijarên Din