Li Şedadê komîteyek ji bo xizmeta şêniyan hate avakirin

Ji bo xizmeta şêniyan û bicihanîna pêwîstiyên wan ên sereke ji ber qedexeya derketina derve Meclisa Navçeya Şedadê komînteyek biçûk ava kir.

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî tedbîr li dijî Koronavîrusê (Covid-19) qedexeya derketina derve di 23‘ê Adarê de hate ferzkirin. Di vê çarçoveyê de ji bilî saziyên ku pêwîstiyên wan bi karê rojane heye wekî saziyên aborî û tenduristî hemû saziyên sivîl hatin girtin.

Ji bo bicihanîna pêwîstiyên şêniyan Meclisa Navçeya Şedadê bi hevkariya Meclisa Kantona Hesekê komîteyek biçûk ava kir.

Komîte ji hevserokatiya Meclisa Navçeya Şedadê endamên komîteyên tenduristî û aborî pêk tê.

Hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Yasir El-Dixêm diyar kir ku komîte ji bo xizmeta şêniyan û peydakirina pêwîstiyên wan ên sereke hate avakirin.

El-Dixêm destnîşan kir ku xizmet di çarçoveya warê tenduristiyê û peydakirin û belavkirina nan li komînan  û peydakirina ava vexwarinê de ye û got: "Armanc ji bo kombûn li  pêşiya firneyan û deverên avê çênebe."

Yasir El-Dixêm destnîşan kir ku komîteyên tenduristiyê û zimhêrê li sûkan digerin û buhayan kontrol dikin.

El-Dixêm anî ziman ku serkeftina komîteyê vedigere koordîneya di navbera hemû saziyan de yên ku bi xizmeta şêniyan û bicihanîna pêwîstiyên wan eleqedar dibin.

Yasir El-Dixêm bi bîr xistin ku di destpêka ragihandina qedexeya derketina derve wan zehmetî kişandin, piştre hêdî hêdî şênî li gorî biryar û tedbîran tevgeriyan.

ANHA


Mijarên Din