Li Şedadê ji bo 8 şehîdan merasîmek pêk hat

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji bo 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê û pêngava Tebqayê merasîmek pêk hat.

Ji bo şehîdên QSD`ê yên Berxwedana Rûmetê `` Mecid El-Dexîl (Baran Şedadê), Bîlal El-Ukêz (Hesen Hesekê), Elî El-Mixlif (Egîd Hesekê), Nadir El-Hesen (Fehid Şedadê), Taha El-Hesen`` û Şehîdên QSD`ê yên Hemleya Tebqa`` Yezen Mihemed (Ceafer), Hanî El-Ewad (Cîhad) û Remedan El-Ferec (Rênas ) merasîmeke xiyabî li Goristana Şehîdan a Şedadê hate lidarxistin.

Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwestin

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê des pê kir, ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve turoneke leşkerî hate pêşkêş kirin. Li ser navê Meclîsa Leşkerîya Şedadê fermandar Elî Şedadê axivî û got:`` Sûriyê kanî ye û dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin dagir bikin, lê bi saya fedakariya şehîdên rûmetê em rê nadin dagirkerî derbasî xaka Sûriyê bibe.``

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî Nacî Nicûm axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û rola şehîdan a di parastina welat ji dagirkeran re destnîşan kir

Paşê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehre El-Ehmed wesîqeyêm şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din