Li Şedadê hemleyên paqijî û dezenfektekirinê

Şaredariya Gel a navçeya Şedadê tedbîrên parastina ji Koronavîrusê didomîne, her wiha hemleya paqijkirina giştî û şûştina kolanan dest pê kir ku piştre dezenfekte bike.

Qedexeya derketina derve li Şedadê di roja sêyemîn de ye, tevî wê jî rêveberiya navçe û Şaredariya Gel gelek tedbîran digirin da ku vîrus li herêmê dernekeve.

Îro şaredariyê tevahî kolanên navçeyê paqij kirin û şûştin da ku dest bi qonaxa duyemîn a dezenfektekirina tevahî kolanên sereke û şaxî yên navçeyê bikin.

Endamê Şaredariya Gel a navçeyê Elî Xelef destnîşan kir ku ev hemle ji rêzetedbîrên li dijî berbelavbûna Koronavîrusa kujer e, di heman demê de navçeya amadehiya hemleya dezenfektekirina giştî piştî hemleya paqijiyê dike.

Xelef bal kişand ser ku Şaredariya Gel a Şedadê tevahî derfetên xwe ji bo parastina navçe û şêniyan pêk tîne.

Girêdayî mijarê karkerê paqijiyê Deham El-Meter piştrast kir ku xebatên xwe durist dikin ku Koronavîrusa ku tevahî cîhanê dagir kiriye, berbelav nebe.

El-Meter da zanîn ku ji erkên wan in parastina navçe ji çopan bikin, dibe ku sedema berbelavbûna vîrusê be, her wiha parastina şênî û zarokan ku xetereya berbelavbûna wê nizanin, bikin.

Ji aliyê xwe ve jî karkerê paqijiyê Mihemed Ferec diyar kir ku xebatên xwe yên paqijiyê didomînin û bi şev û roj dixebitin da ku tu karesatên mirovî çênebin.

Rêveberiya  Xweser qedexeya derketina derve li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû da ku pêşî li berbelavbûna Koronavîrusê bigirin, lê heta niha tu rewşên pêketina vîrusê nehatine tomarkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din