Li Şedadê firina koperatîvê ji nûve dikeve xizmetê

Piştî rawestandina 4 mehan firina koperatîvê ya otomatîk a li navçeya Şedadê ji nûve dikeve xizmetê. Her wiha di rojê de nêzî 10 ton ard dike nan.

Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê azarên şêniyên navçeya Şedadê ya rawestadina firina sereke ku nêzî 4 mehane, bi dawî kirin.

Navçeya Şedadê bi sedema rawestandina firina Kooperatîvê bi dirêjahiya 4 mehan, azarên dabînkirina nan dikişandin. Şêniyan berê xwe dida firinên taybet ên li navçeyê. Lê têra pêdiviya şêniyan nedikir. Her wiha ji aliyekî ve bihayê nanê firinên taybet biha bû.

Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê hin alavên nû ji firineyê re peyda kirin. Ji ber ku yên berê bi kêrî bikaranîn nedihatin.

Firin ji nûve kete xizmetê û bi wê re jî pirsgirêka nan li navçeyê û gundewarên wê siviktir bû.

Berhema firinê ji nan li ser şêniyên navçe û gundewarên nêzî wê tê belavkirin. Berhem li zêdetirî 35 gundan tê belavkirin. Ji wê jî zêdetir şêniyên ku berê xwe didin navçeyê da ku pêdiviyên xwe bikirin, nan ji firinê dikirin.

Rêveberê firina Kooperatîvê Mihemed Elî diyar kir ku enerjiya berhema firinê bi awayekî rojane zêdetirî 10 tonî ye û wiha lê zêde kir: "Heke 5 ton ard hatin radestkirin, têra nêzî 35 gundên derdorî navçeyê dike. Nan li gor pêdiviya her gundekî radestî komînê tê kirin."

Elî got: “Piştî firin kete xizmetê, ji bilî 2 tonan jê re nedihat. Ji lew re her du rojan tên komkirin û bi hev re tên pêjandin. Berhema wê nêzî 2 hezar û 200 tor e. Ev nirx jî têra dagirtina kêmbûna dabînkirina nan nake."

Elî daxwaz ji Desteya Aborî kir ku nirxa guncaw a ard dabîn bike û wiha domand: “Ji ber ku firin nû ye û ti kêmasiyên wê yên pîşeyî tune ne. Eger ard were dabînkirin, enerjiya wê ya berhem mezin e.”

Şêniyê bi navê Xidir Abdullah ê ji gundên Şedadê, got: "Piştî firin xebitî nan hat peydakirin, lê bi radeyeke kêm. Rewşa niha ji ya rojên berê baştir e.”

Abdullah ji aliyên pêwendîdar hêvî kir ku madeya ard dabîn bikin da ku kêmasiya nan li navçe û gundewarên wê bên derbaskirin.

Elî Xelef ê ji şêniyê navçeyê bi bîr xist ku dabînkirina ard ji firinê re, pirsgirêkê bi temamî çareser dike. Xelef got: “Ji ber ku enerjiya firinê ya berhemdayînê pir e û taybet jî 2 firinên otomatîk li navçeyê hene.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din