Li Şedadê dewreyeke hemşîretiyê vebû

Ciwanên Şoreşger ên navçeya Şedadê bi hevkariya Komîteya Ciwan û Werzîşê li meclisa navçeyê dewreyeke hemşîretiyê ji ciwanên navçe û gundan re vekir.

Di dewreyê de ku li navenda ciwanan a navçeya Şedadê hate vekirin, 31 ciwan bi berpirsyariya kesên pispor, tev li dewreyê bûn. Tê payîn dewre mehekê bidome.

Hemşîrê berpirsê dewreyê Udayî El-Wîs da zanîn ku dewre li pêşiya ciwanan deriyê fêrbûna pîşeya hemşîretiyê vedike da ku destwerdanên pêşîn û rêyên pêşkêşkirina wê fêr bibin û wiha got: "Yek ji sedemên girîng ji dewreyê, kêmbûna kadroyên tenduristiyê li herêmê ye."

Her wiha endamê Komîteya Tenduristiyê ya Şedadê Salih El-Elî tekez kir ku armanc ji dewreyê zêdekirina zanabûna ciwanan di aliyê hemşîretiyê de û derfetên kar ji wan re li navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan peyda bikin ku di dawiya dewreyê de dê karnameyan li endamên dewreyê belav bikin, piştî ku ezmûna pratîk û teorîk ji wan re were kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev dewreya duyemîn e li navçeyê, piştî daxwaza şêniyan ji Meclisa Tenduristiyê ya Hesekê ji bo zêdekirina navendên tenduristiyê li herêmê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya