Li Şedadê dewreya fêrkirina xwendinê hate vekirin

Buroya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li navçeya Şedadê bi armanca bidawîkirina diyardeya nefêrbûnê, li gundê El-Şêx Osman dewreya fêrkirina xwendinê vekir da ku jin di aliyê fikrî û siyasî de werin xurtkirin.

Ji ber rewşa jinan a di dema serweriya komên çeteyan û çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmên başûrê Şedadê de ku jin wek alavekê dibîtin, jin ji mafên xwendinê bê par dihiştin, her wiha rola zanînê winda dikirin û dibistan dikirin baregehên leşkerî. Bi armanca pêşxistina jinan Buroya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li navçeya Şedadê anku li gundê Şêx Osman dewreya fêrkirina xwendinê vekir.

Berpirsyara dewreyê Muna Ferec diyar kir ku armanc ji vekirina dewreyê bidawîkirina nezanînê ye û ev cara yekemîn e ku li herêmê ev dewre vedibe û wiha pê de çû: "Ji ber ku ev dewre xwedî girîngiyeke hişmedî û zanistî ye, em hêvî dikin ku ev dewre li hemû gundên derdorê vebin."

Hêjayî gotinê ye ku tevî cudabûna temenê jinên beşdarî dewreyê bûne,  jinên herêmê bi awayekî pir tev lê dibin û bi îradeyeke mezin dixwazin bixwînin û binivîsin.

Muna bal kişand ser ku hejmara jinan gihaştiye 23`yan û tevî ku dema dewreyê du meh e û bi hêviya fêrbûna tîpan hatiye vekirin, lê dibe ku zêdetir bibe.

Eyşê Ehmed ku yek ji jinên beşdarî dewreya fêrkirina xwendinê li dibistana Şêx Osman bûye, got armanca wê fêrbûna tîpan e û wiha pê de çû: "Di pêvajoya jiyanê de ji ber astangiyan em fêrî xwendinê nebûn, îro Buroya Jinan derfeteke zêrîn ji me re pêşkêş kiriye û em spasiya wan ser vê yekê dikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din