Li Şedadê beşa yekemîn a pirtûkan hat wergirtin

Navenda Perwerdeyê ya navçeya Şedadê ya Bakurê Sûriyê zêdetirî 8 hezar pirtûk wergirtin, da ku li dibistanên navçeyê û gundên wê belav bike. Her wiha dê 6 dibistanên nû ji bo sala xwendinê ya 2019-2020’an veke.

Piştî dewreyên perwerde û amadekirina mamosteyan di demsala havînê de û amadekirina dibistanan, Navenda Perwerdeyê ya Şedadê ji bo destpêkirina vekirina dibistanan di 15`ê Îlonê de amadekariyan dike.

Ji roja 1`ê Îlonê ve endamên rêveberiya mamosteyan a Bakurê Sûriyê diçin dibistanan da ku dibistanan amade bikin û pêşwaziya xwendekaran di sala wan a nû de bikin û xwendekarên nû li dibistanên seretayî qeyd bikin.

Ji bo amadekariya sala nû ya xwendinê mamosteyên navçeya Şedadê derbasî dewreyên amadekariya materyalan û branşan li navçe û akademiyên li bajarê Hesekê bûn. Hevserokê Navenda Perwerdeyê ya Şedadê Elaa El-Selûm da zanîn ku wan pirsgirêk û astengiyên sala çûyî li pêşiya wan derketin ji kêmbûna pirtûkan, derbas kirin ku niha zêdetirî 8 hezar wek koma yekemîn ji pirtûkan wergirtin û dê li dibistanên navçeyê û gundan bê belavkirin.

Ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran û li ser xwesteka şêniyan, navendê biryar da ku 6 dibistanên nû li xeta rojava li gundên Celal û El-Rîmiyê ku hejmara şêniyan lê zêde ye, veke.

El-Selûm diyar kir ku pêwîstiya hin gundan mîna dibistanên gundên Ebo Fas û Ebdan bi avakirina dibistanan heye, ji ber vê yekê gelek malên şêniyan hatin kirêkirin, lê ji bo meşandina perwerdeyê ne guncaw e.

Der barê mijarê de gerînendeya Dibistana El-Xerîrî ya navîn Elaa El-Feyad teqez kir ku navenda perwerdeyê hemû dibistan amade kirin. El-Feyad teqez kir ku bê pere mazot li hemû dibistanan hate belavkirin.

Her wiha El-Feyad ji xwendekar û mamosteyan re saleke bi çalakî û serkeftin hêvî kir.

(jo)

ANHA


Mijarên Din