Li Sûdanê tedbîrên ewlehî ji bo xwepêşandana milyon kesî

Hikûmeta Sûdanê tedbîrên ewlehî ji bo xwepêşandana milyon ku li ser banga opozisyonê dê were lidarxistin, zêde kir.

Xwepêşandana miylon kesî ku îro dê were lidarxistin ji bo kesên ku xwepêşandanên li qada çalakiyê ya Xurtûmê organize dikirin, ezmûne. Li gorî RT ragihand ku piştî çekdaran bi cilên leşkerî êrîşî qada çalakiyê ya li pêşiya navenda fermandariya giştî artêşê kirin, di encama wan de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn

Ev xwepêşandan di demeke ku Ethiopia û Yekîtiya Afrîqiyayê di navbera xwepêşandêr û fermandarên leşkerî de navbeynkariyê dike, dê were lidarxistin.

Serokê Meclisa Leşkerî sergirdê bi navê Mihemed Hemdan Diqilo duh hişyarî da ku ew kesên ku di nava xwepêşandanê de tevlîheviyan derxe, efû nake.

 (bx)


Mijarên Din