Li Sûdanê nûnerên opozîsyonê yên Meclisa Serwer diyar bûn

Çavkaniyên ji Hêzên Azadî û Guhertinê îro diyarkirina navên 5 kesên ku nûnertiya wan di Meclisa Serwer a Sûdanê de bike, ragihand.

Tora SkyNews ji çavkaniyên di Hêzên Azadî û Guhertinê ya Sûdanê ragihand ku navên 5 kesên ku dê mersûma destûra çareseriya Meclisa Leşkerî ya heyî û avakirina Meclisa Serwer heta 3 salan Sûdanê bi rê ve bibin, temam bû.

Navên kesên ku hatine diyarkirin, wiha ne; Eyşa Mûsa, Hesen Şêx Idrîs, Mihemed El-Fekî Silêman, Sedîq Taro û Mihemed El-Hesen El-Tayîşî.

Hêzên Azadî û Guhertinê 48 seat xwestin da ku dan û standinan dewam bikin, beriya ku navên 5 kesên di Meclisa Serwer de ragihînin.

Tê payîn ku Hêzên Azadî û Guhertinê li Sûdanê îro lîsteya hilbijêrên xwe radestî Meclisa Leşkerî bike.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê Şemis El-Dîn El-Kibaşî îro ragihand ku li ser daxwaza Hêzên Azadî û Guhertinê, avakirina Meclisa Serwer heta 48 seatan taloq kir da ku bigihîjin hevsengiyekê di navbera pêkhateyan ser lîsteya hilbijêran.

Li gorî hevpeymana di navbera her du aliyan de, Meclisa Serwer dê berpirsyariya pêvajoya demkî ya 39 mehan bike û serokê Meclisa Wezîran a Hêzên Azadî û Guhertinê hildibijêre û serokê Meclisa Wezîran endamên Meclisa Wezîran diyar dike.


Mijarên Din