Li Sûdanê lihevkirina siyasî

Hêzên Sûdanê "Deklarasyona Azadî û Guhertinê û Eniya El-Sewriyê" bi daxuyaniyekê, li ser avakirina sîstemeke sivîl û demokratîk û avakirina aştiyê piştî aloziya mezin ku li herêmê rûda, lihev kirin.

Piştî danûstandinên li Addis Ababa bi sponseriya Afrîqa pêk hat, daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku herdu alî gihaştin lihevkirina siyasî der barê rêveberiya demkî li Sûdanê bê parvekirin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku desteka bidin armancên gelê Sûdanê.

Deklarasyona Azadî û Guhertinê û Eniya El-Sewriyê di daxuyaniyekê de ragihandin ku ew gihaştin lihevkirina ku di zûtirîn dem de desthilatiya sivîl a demkî ava bikin.

Berdevkê fermî bi navê Eniya El-Sewriyê Usame El-Seîd ji Skynews re wiha got: "Eniya El-Sewriyê bi vê lihevkirinê ji pêvajoya têkoşîna çekdarî derbasî pêvajoya têkoşîna aştiyan e ji hundirê Sûdanê bû."

El-Seîd destnîşan kir ku di danûstandinênd de kursiyên Eniyê di meclis serdest de diyar nebû û wiha got: "Piştî pêkanîna aştiyê em ê beşdarî hemû şeklên dema demkî bibin, em dixwazin artêşeke niştîmanî ku parastina welêt bike ava bikin, bi hemû hevalbendên xwe re em ê derbasî pêvajoya diyaloga li welat bibin." 

Her wiha El-Seîd hewldanên derbeyê şermezar kir û got: "Gel wê red dike û Eniya El-Sewriyê jî wê rêyê red dike, em ji Deklarasyona Azadî û Guhertinê re vekirîne da ku em saziyên desthilatiya  sivîl ava bikin."

Yekitiya Ewropa jî beriya niha gotibû ku divê Sûdan derbasî pêvajoya siyasî bibe.

(jo)


Mijarên Din