Li Sûdanê cara yekemîn jinek dibe wezîra karên derve

Deklarasyona Azadî û Guhertinê li Sûdanê navên wezîrên pêngava demkî erê kirin. Di hikumetê de cara yekemîn di dîroka Sûdanê de jinek dibe wezîra karên derve, her wiha di kabîneyê de 3 jinên din hene.

Di hikumetê de cara yekem di dîroka Sûdanê de jineke dibe wezîra karên derve. Ew jin jî dîplomat Esma Abdullah e. Her wiha 3 jinên din di hikumetê de cih digirin û navên wan wiha ne; Intîsar El-Zîn Sixeyrûn ya ji bo xwendina bilind, Lîna El-Şêx Lehqîbe ji bo pêşxistina civakî û Wela El-Bûşî ji bo ciwan û werzîşê.

Deklarasyona Azadî û Guhertinê li Sûdanê roja Sêşemê navên wezîrên pêngava demkî erê kirin û lîste radestî serokwezîr Abdullah Hemdok kir. Abdullah Hemdok di nava çend saetan de dê navan diyar bike. Li gorî rojnameya Şerq El-Ewset, der barê her sê jinan de dê îro biryara dawîn were dayîn.

Çavkaniyeke payebilind bi navê Deklarasyona Azadî û Guhertinê roja sêşemê ji Tatîs News re diyar kir ku namzetên navdar ku lihevkirin der barê wan de hatiye kirin, ji wan Wezareta Karên Derve Esma Mihemed Abdullah, Wezareta Ciwan û Werzîşê Wela El-Bûşî, Wezareta Xwendina Bilind Intîsar Sixeyrûn, Wezareta Pêşxistina Civakî û Kar Lîna El-Şêx, her wiha navên gelek kesên di wezaretên din de hebûn.

Berdevkê fermî yê Meclisa Serokatiyê ya Sûdanê Mihemed El-Fikî roja sêşemê got ragihandina hikumetê herî zêde dê di nava 48 saetan de pêk bê.

Ev yek piştî ku meclisê civîneke awarte li koşka serokatiyê bi beşdariya Hemdok li dar xist, pêk hat. El-Fekî di daxuyaniyeke çapemenî de got civîn ji bo nîqaşkirina 2 dozên sereke (avakirina komseriya aştiyê û derengmayîna avakirina hikumeta rêveber) hat lidarxistin.

(bx)


Mijarên Din