Li Şamê û Beyrûtê çalakiyên 25`ê Mijdarê

Li Şamê paytexta Sûriyê û li paytexta Lubnan Beyrûdê çalakiyên 25`ê Mijdarê hatin lidarxistin.

ŞAM

Bi boneya 25 Mijdarê Tekoşîna Li Dijî Tûndiya Li Ser Jinê li paytexta Suriyê Şamê daxuyaniya çapemeniyê, li paytexta Lûbnan Beyrudê jî panel hat li darxistin. Di herdû çalakiyan de peyama li li hember tundiyê bilindikirina tekoşînê hat dayîn.

Di daxuyaniya ku li taxa Zorava ya Şamê hat dayin de de tevahiya cureyên tundiya li dijî jinan hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku encamên neyînî yên vê tundiyê ne tenê bandor li jinan dike lê belê bandor li tevahiya civakê dike.

Kongreya Star di daxuyaniyê de balkişand ser hîmên belavbûna tundiyê û hate gotin ku paşdeçûna perwerdeyê û belavbûna nezantiyê ji hîmên sereke yên wê ne.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo pêşxistina civakê û jinan di warên siyasî, civakî, çandî û fikrî de, rola jinên azad gelek girîng e.

Kongreya Star di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahiya jinên li cîhanê kir ku li hemberî tevahiya cureyên tundiya li dijî jinan û baweriyên ku azadiya wê sînordar dikin, bibin yek.

BEYRÛT

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî bi boneya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li avahiya xwe panelek lidar xist. Kesayetên ji rêxistinên jinan, civaka sivîl û çalakvanên hiqûqî tev li panelê bûn.

Seroka komeleyê Henen Osman di panelê de axivî û destnîşan kir ku di sala 2020`an de li tevahiya cîhanê ji ber şer, koçberiya bi zorê, bêkarî, xizanî, destavêtin û revandinê, asta tundiya bizanabûn a li dijî jinan zêde bûye.

Henen di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtinê û yekitiyê li dijî dagirkeriyê û tundiya mêrdestiyê li jinan kir.

Di panelê de seroka Komeleya Jîn a jinan, Buşra Elî behsa got ku divê jin li hember dagirkeriyê însiyatîfê hildin. Parêzera warê mafên mirovan û çalakvana hawîrdorê û seroka komeleya Health and Shield Sefiye Zaza jî girêdayî sedem, cureyên tundiya li dijî jinan, aliyên qanûnî yên tundiyê axivî û gelek mînakên tundiyê bi bîr xistin. Sefiye bang li jinan kir ku li hemberî tundiyê bê deng nemînin. Her wiha bang li jinan kir ku ji bo ku Edaleta civakî û wekhevî di nava civakê de belav bibe, divê zarokên xwe li ser bingeha wekheviya di navbera her du zayendan de mezin bikin.

Bi navê Meclisa Jinan a Sûriyê Besîme Îman Fiteyh jî axivî û ji ber lidarxistina vê panelê spasiya Komeleya Newroz kir. Bi navê jinên Filistînê jî Erîj Kirdî jinên Kurd û Filistînê silav kirin û piştrast kir ku ev panel ji bo tevahiya jinan xebateke pêşeng e û girîngiya hevgirtinê di navbera rêxistinên jinan de destnîşan kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din