Li Rûsyayê bîlançoya Koronavîrusê giran dibe

Tevî hemû tedbîrên welatan ên li dijî pandemiya Koronavîrusê jî, li Rûsyayê hejmara kesên bi Koronavîrus ketine, di rojekê de gihaşt 10 hezarî.

Li hemû cîhanê hejmara kesên bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine gihaşt 4 milyon û 907 hezarî, hejmara miriyan jî gihaşt 320 hezarî. Her wiha hejmara kesên ku ji nexweşiyê xilas bûne jî gihaşt milyonek û 916 hezarî.

Li Rûsyayê hejmar bi giştî nêzî 300 hezarî ye. 9 hezar kesên din jî nû pê ketine.

Li Hindistanê hejmarê 100 hezar derbas kir û li Tirkiyê hejmar gihaştiye 150 hezarî.

Li Misirê hejmara miriyan 645 e û ya kesên pê ketine 12 hezar û 764 e.

Li Iraqê hejmara kesên bi vîrusê ketine 150 ye û 4 mirî hatin tomarkirin.

Li Cezaîrê 182 kesên nû ku bi Koronavîrusê ketine, hatin tomarkirin û 7 jî mirin, li Urdinê jî 16 kesên din pê ketin ku bi wê re jî hejmar gihaşt 692’yan.

Erebistana Siûdî jî ragihand ku di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 593 kes bi Koronavîrusê ketine.


Mijarên Din