Çalakiyên piştgiriya şoreşa Rojava li tevahiya cîhanê didomin. Di vê çarçoveyê de, îtalyan û kurdistaniyan li Romayê çalakiyek ji bo piştgirdayîna şoreşa Rojava û berxwedana wê li dar xist.
Çalakî bi însiyatîfa Stafetta Sanitaria û Komîteya Kurd a Romayê ve li Navenda Ararat a Çanda Kurdî ya Romayê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de beşdaran berhemên xwe yên çandî firotin û heqê wan wek alîkarî diyarî Rojava kir. Her wiha beşdaran berxwedana gerîla ya li Garê jî silav kir.
)dm(