Li rojhilatê Kobanê dewriyeya hevbeş a Rûsya-dewleta Tirk

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî hêzên artêşa Tirk a dagirker li gundewarê rojhilatê bajarê Kobanê li ser sînorê Sûriyê-Bakurê Kurdistanê, dewriyeyeke hevbeş meşandin.

Dewriyeya ku ji 6 panzêrên Rûsya û 4 panzêrên dewleta Tirk pêk hat, ji gundê Xerîb ê li rojhilatê Kobanê dest bi gera xwe kir.

Tê payîn ku dewriye di gundên sînorî yên li rojhilatê bajarê Kobanê re bigere.

 (cx)

ANHA


Mijarên Din