Li rojhilatê Kobanê balafirên dewleta Tirk a dagirker sivîlek qetil kir

Sivîlek din bi bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li gundê Koran ê gundewarên rojhilatê Kobanê vê sibehê(înê), şehîd bû.

Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku sivîlê bi navê Îdan Şêx Ehmed(60) ê ji gundê Metîn ê gundewarên rojhilatê Kobanê şehîd bû.

Nûçegihan wiha lê zêde kir ku cenazeyê Şêx Ehmed bi çend saetan li çolê ma heta ku şêniyên vê sibehê karî veguhazinin nexweşxaneya bajarê Kobanê

Ji bestpêka êrîşa Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, gelek sivîl şehîd bûn û gelek jî birîndar hene.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din