Li rojhilatê Dêrazorê xebatên xizmetguzariyê didomîn

Şaredariya Gel a li bajarokê El-Sewa ya li gundewarê rojhilatê Dêrezorê, bi dirêjahiya 3 kîlometer toreya avê nû kir. Her wiha qîrkirina rêya giştî jî di navenda bajarok de dewam dike.

Şaredariya Gel a li bajarokê El-Sewa ya gundewarê rojavayê Dêrezorê bi hevkariya Komîteya Xizmetguzariyê yên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, bi dirêjahiya 3 kîlometer di hundirê bajarok de toreyeke avê nû kir.

Yek ji rêvebirên stasyona ava vexwarinê ya El-Sewa, Zahir El-Meşhûr destnîşan kir ku lûleyên xeta avê êdî dema wan derbas bûbû, ji ber vê yekê wan lûleyên nû peydakirin û li şûna yên kevin siwar kirin.

Ji aliyekî din ve jî, Şaredariya Gel dest bi qîrkirina rêya giştî ya naverasta bajarok kir. Di vê çarçoveyê de, xebatên qîrkirinê niha di pêvajoya yekemîn de didome.

Hevseroka Şaredariya Gel  Neda El-Xedîr got proje gavek erênî ye ji bo xizmeta gelê bajarok û ev rê herêma Dêrazorê û Reqayê bihev girê dide.

(dx)

ANHA


Mijarên Din