Li rojhilatê Dêrazorê cenazeyê ciwanekî hate dîtin

Şêniyên bajarokê El-Şeîfe yê rojhilatê Dêrazorê li ser qiraxa çemê Firatê cenazeyê ciwanekî dît.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku vê sibehê şêniyên bajarokê El-Şeîfe yê rojhilatê Dêrazorê ku di navbera Baxoz û Hecînê de ye, li ser qiraxa çemê Firatê cenazeyê ciwanekî dît.

Şêniyan ji nûçegihanê me re destnîşan kir ku cenaze yê ciwanê bi navê Fadî El-Muhsin ê ji bajarokê El-Şeîfe ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsîna li ser bûyerê kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din