Li rojavayê Îranê erdhejeke tund rû da

Îro 84 km dûrî rojhilatê bajarê Ahwazê yê Îranê erdhejeke tund çêbû û şêniyên Kiwêtê pê hesiyan.

Navenda Lêkolînên Jeolojiyê ya DYA’yê ragihand ku erdhej 84 km li rojhilatê bajarê Ahwaz ê Îranê roja duşemê (îro) pêk hat.

Li gorî nûçeya Reutersê, tu rapor der barê ziyanên madî û mirovî de li ser erdhejê nehatin eşkerekirin.

Li aliyekî din jî şêniyên Kiwêtê bi erdheja ku hema di çend çirkeyan de rû daye, hesiyan.

Gerînendeyê Amojgeha Çavdêriyê ya Kiwêtê Abdullah El-Enzî diyar kir ku saet di 10:00’ê vê sibehê de li rojavayê Îranê bi 10 km û bi dûrbûna 256 km ji Kiwêtê, erdhejek bi hêza 5,9 pêk hat.

(fr)


Mijarên Din