Li rojavayê Minbicê şer rû dide- Hate Nûkirin

Li gundên Ceblê Hemra, Til Torîn û Boxaz ên Minbicê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şer rû dide.

Nûçegihanên me ji Minbicê ragihandin ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li gundê Sikeriyê û Olşelî, gundên Ceblê Hemra, Til Torîn û Boxaz ên rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan da û şer derket.

Şer heta vê kêliyê didome.

ANHA


Mijarên Din