Li rojavayê Lîbyayê şer dijwar e

Li derdora baregeha El-Wetiyê ya leşkerî ku artêşa nîştimanî ya Lîbyayê lê serwer e, şerekî dijwar rû da. Di encamê de zirarên mezin bi çeteyên girêdayî dewleta Tirk çêbûn û firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk li asîmanê herêmê hate xistin.

Piştî şerê dijwar di navbera hêzên hikumeta Wîfaq û hêzên artêşa Lîbyayê de, çeteyên ji Sûriyê ji herêma Eqrebiyê ku nuqteya wan a êrişan bû, hatin derxistin.

Di hewldana derbasbûna çeteyan ber bi baregeha El-Wetiyê ve artêşa Lîbyayê firokeyeke bêpîlot a Tirkiyê li nêzî paytexta Terablusê xiste xwarê û hin çete dîl girtin.

Baregeha El-Wetiyê (li rojavayê Lîbyayê) ji aliyê leşkerî ve cihê wê yê  stratejîk girîng e û 140 km dûrî Terablusê ye û nêzî 30 km dûrî sînorê Tunisê ye.

Baregeh di salên 1940’î yên sedsala borî de bi navbeynkariya hêzên Amerîkayê bi rûbera 40 km hatibû avakirin.

 (fr)


Mijarên Din