Li rojavayê Kobanê dewriyeya Rûsya-Tirkiyê

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li rojavayê bajarê Kobanê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.

Dewriye ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir. Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk tê.

Tê payîn ku dewriye li gundên Cibinê, Cib Ferec, Qewlê, Sosan, Sifitek, Boban, Qeran û Carqelê bigere û dîsa vegere gundê gundê Aşmê.

eh

ANHA


Mijarên Din