Li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş

Hêzên artêşa Tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li ser sînorê Sûriye – Tirkiyê li rojavayê bajarê Kobanê dest bi dewriyeya hevbeş kir.

Dewriye ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê yê li ser sînorê Sûriye – Tirkiyê dest pê kir.

Tê payîn ku dewriye li gundên Aşmê, Çarqelî, Qiran, Dîkmedaş, Selîb, Xorxorî, Boban, Siftik, Til Şayîr, El-Îzaa, Sosan, Qule, Qereqoy, Bênder, Mişko û Cibnê bigere, paşê dê vegere gundê Aşmê û hêzên dewleta Tirk a dagirker dê ber bi xaka Tirkiyê ve biçin û polîsên Rûsyayê jî dê vegerin baregehên xwe.

4 panzêr û 2 helîkopterên Rûsyayê tev li dewriyeyê bûne.

Ev cara yekemîn e ku dewriye li ser sînorê kantona Kobanê derdikeve piştî ku dewleta Tirk du caran derfet neda ku dewriyeya hevbeş derkeve. Her wiha du caran red kir ku li herêma Cizîrê derkeve. Ev yek piştî şerê dawî yê di navbera hêzên rejîmê û Rûsyayê de li Idlibê, pêk hat.

Dewleta Tirk beriya hefteyekê careke din bi hêzên Rûsyayê re dest bi dewriyeyên hevbeş kir û li gundewarên Dirbesiyê derketin dewriyeyeke hevbeş.

Piştî ku hêzên Tirkiyê red dikir ku derkeve dewriyeyên hevbeş, hêzên Rûsyayê bi tena xwe derdiketin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din