Li rojavayê Kobanê careke din topbaran, erebeyeke leşkerî ya artêşa dagirker hat rûxandin

Artêşa Tirk a dagirker careke din gundên rojavayê Kobanê ya Bakurê Sûriyê topbaran kir. Şervanên QSD`ê jî erebeyeke leşkerî ya artêşa dagirker rûxandin.

Di çarçoveya parastina rewa de, şervanên QSD`ê bersiva topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Siftek û Bobanê yên rojavayê Kobanê beriya niha bi saetekê da û di encamê de erebeyeke leşkerî ya artêşa dagirker rûxandin.

Di demeke ku gundên navborî têne topbarankirin, li dehan gundên li ser sînor piştî şer, niha bêdengiyek heye.

(kc)

ANHA


Mijarên Din