Li rojavayê Helebê şer rû dide

Li taxên rojavayê Helebê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete de şer rû dide.

Nûçegihanên me ji Helebê ragihandin ku ji saet 21:30‘an ve li taxa Raşidîn, çerxerêya El-Leyremûn, bajarokê Hemara, Seken El-Miheleb, Mesakin Sebîl, herêma pîşeyê "Şêx Necar û Ramosa" di navbera  hêzên rejîma Sûriyê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de şer rû dide. Di şer de roket, moşketên Ard Ard û obus têne bi karanîn.

Der barê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

Ev şer di demekê de ku hêzên rejîmê Sûriyê erebeyên zirxî yên bi topan barkirî ji bo desekdayînê şandina taxa Sebîl pêk hat.

Bajarokê Hemarayê ya di bin kontora komên çete de 7 km dûrî navenda bajarê Helebê dikeve.

ANHA


Mijarên Din