Li rojavayê Dirbêsiya dewriyeya hevbeş a Tirkiye û Rûsyayê

Li ser sînorên Tirkiye û Sûriyê yên rojavayê navçeya Dirbêsiyê, dewiyeyeke hevbeş a hêzên dewleta Tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên Rûsyayê pêk hat.

Dewriyeya hevbeş ji gundê Şêrik ê 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û gera xwe di gundên rojavayê navçeya Dirbêsiyê û Zirganê de, berdewam kir.

Dewrî di gundên Zehir El-Ereb, Qîrwan, Kerkend, Telik, Hac Oglî û Qerman re geriya û vegeriya gundê Şêrikê û ji wê derê jî panzêrên Tirkiyê berê xwe dan erdên Tirkiye, her wiha polîsên leşkerî yên Rûsyayê vegerîn baregehên xwe yên li Qamişlo.

Dewriyeya hevbeş ji 4 panzêran û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat.

Ev cara duyemîn e ku li ser sînorên navçeya Dibêsiyê ya kantona Hesekê, dewriyeyên hevbeş tên meşandin. Beriya vê yekê ji ber rageşiya li Idlibê ya di navbera hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji aliyekî ve û dewleta Tirk ji aliyê din ve, polîsên Rûsyayê dewriye bêyî beşdarbûna dewleta Tirk, bi tena xwe meşandin.

 (cx)

ANHA


Mijarên Din