Li Rojava rêbazên sîxuriya PDK’ê ya bi rêbazên MÎT’ê

PDK li Rojava bi pereyan toreke sîxuran çêdike û hewl dide destkeftiyên li Rojava tasfiye bike. Îfadeyên sîxurên PDK’ê yên hatine girtin, van kar û barên qirêjî roj bi roj derdixin holê.

Ji ber tevkariya wê ya ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê re bertekeke mezin li dijî PDK’ê çêbû û tora sîxuran ku hewl dide li Rojava çêke, roj bi roj deşîfre dibe.

Îtirafên sîxuran aşkera dikin ku armanca vê tora sîxuran tasfiyekirina detkeftiyên Rojava ye.

Kar û xebatên nehênî yên MÎT’ê yên li Başûr, baregehên dewleta Tirk ên li Başûr ku her ku diçe hejmara wan zêde dibe, têkilî û tifaqa veşartî ya di navbera her du aliyan de, rastî bertekên raya giştî ya Kurd hat û hê jî wek rojeveke sereke dewam dike. Her wiha şerê qirêjî yê ku her du aliyan bi hev re li dijî Rojava daye destpêkirin jî, mijareke din rojevê ye.

Ji ber ku tevkariya dewleta Tirk û PDK’ê bi tenê bi Başûrê Kurdistanê re sînordar nîn e. Berê jî gelek caran derketibû holê ku îstixbarata PDK’ê Parastin ji bo ku destkeftiyên Rojava ji nav bibe, xebatên sîxuriyê bi rêxistin dike, agahiyan berhev dike û difiroşe dewleta Tirk a dagirker.

Beriya niha jî derketibû holê ku dewleta Tirk li Rojava hin kesên di nava hêzên ewlekariyê de bi pereyan kirine sîxur û ev yek bi îtîrafên sîxuran bi xwe aşkera bûbû. Îstixbarata PDK’ê Parastin jî bi heman rêbazan li herêmê hewl dide toreke sîxuran çêke.

QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di demên cuda de operasyon pêk anîn û Î.E. O. (46), M. H. D. (28) û F. E. X. (36) ku ji bo Parastinê karê sîxuriyê dikin, hatin girtin. Van kesan lîstik û sûcên ku li dijî herêmê pêk anîne, yek bi yek îtîraf kirin.

Î. E. O. ji gundê Girêmir ê Dirbêsiyê ye û zewicî ye. Di navbera salên 2011-2019’an de şervanê YPG û QSD’ê bûye û li xwe mikur hat ku li herêmê ji bo PDK’ê xebatên sîxuriyê kirine.

Îmad Ehmed li xwe mikur hat ku cara ewilî di meha 11’an a sala 2019’an de bi rêya zavayê birayê xwe Ş. A. bi kesên girêdayî Parastinê re hevdîtin kiriye û diyar kir ku ji ber ku şervanê QSD’ê bûye, herêm jî baş nas kiriye û lewma jî Parastinê sîxurê jê re teklîf kiriye.

‘AGAHIYÊN LOKASYONÊ YÊN BAREGEHÊN KOALÎSYONÊ, HIKUMETA ŞAMÊ Û RÛSYAYÊ XWESTIN’

E. diyar kir ku sîxurê Parastinê di serî xwe bi navê R. xwe nasandiye, lê ew kes wek Simko D. tê zanîn û li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê xebatên sîxuriyê bi rêxistin dike.

Î. E. mijarên ku Simko D. der barê wan de agahiyên berfireh xwestine, wiha bi rêz kirin: “Êrişên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî gihîştin ku derê, hêza li QSD’ê li herêmê çi qas e, agahiyên têkildarî çekên giran, çima li eniyê çekên giran tune ne, erebeyên leşkerî çima ji xeta sînor kişandin, cihên tunêlan, kîjan şervan û fermandar têne biryargehan, nuqteyên leşkerî yên Koalîsyonê û hejmara leşkerên li wan nuqteyan, cihê leşkerên Sûriyê û hikumeta Şamê, talîmatên nivîskî yên ji aliyê rêxistinê ve hatine şandin, nav û cihên fermandarên QSD’ê, dikarin xwe bigihînin nuqteyên çekên giran ên li çiyayê Kizwanan an na. Ev agahî ji min xwestin.”

 

 
‘XWESTIN EZ KESÊN DIN JÎ BIKIM SÎXUR’

E. got Parastinê jê xwestiye ku kesên bi wî re li herêmê sîxuriyê bikin, bi rêxistin bike û piştî berxwedana Efrînê hatiye û kesekî bi navê Harûn ê ku ajokariya fermandarekî QSD’ê dike, bi pereyan kiriye sîxur. Her wiha li xwe mikur hat ku kesên bi navên Ş. û H. ên şervanên QSD’ê jî bi awayê şaneyeke veşartî bi rêxistin kirine.

 ‘MIN DI BER PEREYAN DE AGAHÎ DAN’

M. H. Dîno (Harûn) ji navçeya Raco ya Efrînê ye û ji sala 2011’an ve şervanê YPG’ê ye û piştî berxwedana Efrînê hatiye Eyn Îsayê. H. Dîno li xwe mikur hat ku piştî ku li Eyn Îsayê bi Î. E.re hev nas kirine, bi berdêla pereyan agahî dane îstixbarata PDK’ê.

H. Dîno diyar kir ku 3-4 mehan bi Î. E. re xebitiye û têkildarî felatiyetên sîxuriyê yên li herêmê wiha got: “Min jî navên rêveberiyên li Kobanê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê dan. Piştre dîsa li min geriya û pirsî ku tu agahiyên din hene yan na û min jî jê re got ez ê tiştekî teslîmî wî bikim. Min wêneyên flaşên ku tê de agahiyên rêxistinê hene, ji wî re şandin. Î. ji min re got heke flaşan bidim wî, dê 5 hezar dolar bide min. Min jî got dema pere da, ez ê jî flaşan bidim wî.”

Î. E. li xwe mikur hat ku agahiyên ku ji H. Dîno wergirtine û yên bi xwe jî berhev kirine, wêneyên şervan û fermandarên QSD’ê, agahiyên civînên maliyeyê û yên qadan, pîrozbahî û civîna di 8’ê Adarê de li Tebqayê pêk hatiye, navên fermandarên qadê yên QSD’ê, agahiyên civîna di navbera QSD û Koalîsynonê de ku li ser Facebookê jî hate weşandin jî, dane îstixbarata PDK’ê.

BIRAYÊ XWE KIR NAVBEYNKAR

Sîxurê PDK’ê yê îstixbaratê Simko D. li Rojava birayê xwe yê bi navê F. E. jî kiriye sîxur.

F. E. X. li gundê Tebqe yê herêma Koçerat a Dêrikê dijî. E. Xelef diyar kir ku Simko Dêrik kekê wî ye û carinan têkildarî herêmê jê agahî xwestine. F. Ebdî li xwe mikur hat ku bi kesê bi navê Êriş re têkliliya wî hebûye ku li gel Simko Dêrik di xebatên sîxuriyê de cih digire.

 ‘MIN XIYANET KIR, POŞMAN IM’

Îmad E. got: “Ez dizanim ku bi van xebatên sîxuriyê min xiyanet li têkoşîn û gel kiriye. Min xiyanet li bira û xwarziyên xwe yên di nava tevgera azadiyê de kir, ez poşman im.”

ANHA


Mijarên Din