Li Rojava hêza bingehîn a gelan xweparastin e-2

Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn ku navenda xwe Sûriye ye. Gelê Kurd pergala xwe ya azadîxwaz û demokratîk li her qadê de pêş xistine, ji bo gelên ku li Sûriyê dijîn modêleke rizgariyê datînin.

Kurdên ku ketine ber qirkirinê li Rojava bi şoreşa ku pêk anîne, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû herêm û gelên cîhanê bûye hêvî.

Parastina şoreşê tenê ne bi hin kesan, bi pergaleke xweparastina hevpar a gelan, ku bûne kirdeya şoreşê gengaz e. Ji ber vê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastin tenê ne weke hêmaneke pergala demokratîk e, di hemû rêxistinan de, ku li her qadê têne danîn weke rêgezeke bingehîn xwe dispêre xweparastinê.

Ji bo civakeke ku li ber qirkirinê ye, xweparastin bi maneya rastîn têkildarî manûnemanê ye.

Dema ku DAIŞ`ê tirsek dixist nava cîhanê de û yek bi yek bajar dikirin destê xwe, komkujî pêk dianîn şoreşa Rojava karîbû hebûna xwe biparêze û ji bo tevahî gelên cîhanê bibe mînak pergala xweparastinê.

Îro jî li dijî artêşa Tirk a dagirker heman berxwedan dewam dike.

Baş e, xweparastina ku gav bi gav veguherî şoreşê, li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî fonksiyoneke çawa ye?

QSD

Li Rojava ku bi şoreşê re gel bi xwe, xwe rêve dibe û ev xwerêveberî vegûherî Rêveberiya Xweser. Li herêmê bi paqijkirina DAIŞ û El Nûsra re, şoreşê û Rêveberiya Xweser bandora xwe li ser tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê da hîskirin.

Li ser hîmê paradîgmaya xwerêvebirin, xweparastin û neteweya demokratîk, gelên Kurd, Ereb, Ermenî, Sûryanî, Tirkmen pergala demokratîk perjirandine, beşdarî nav pergala xweparastinê bûne û xweparastin tenê bi YPG-YPJ’ê re sînodar nemaye.

Bi beşdarbûna nav hêzên xweparastinê ve Cotmeha 2015’an li Bakur Rojhilatê Suriyê QSD mîna sîwaneke xweparastinê hate damezirandin.

Hêzên Parastinê yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana QSD’ê de cih digirin, wiha ne:

“YPG, YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî, Tabûra Ermeni Nubar Ozanyan, Ceyş El-Siwar, Burkan El Firat, Hêzên El Sanadid, Lîwa Siwar Reqa, Şems El Şimal, Tugaya Selçuk, Tugaya El Cezire, Cebhet El Ekrad, Meclîsa leşkerî ya Minbic, Meclîsa leşkerî ya Bab, Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor, Meclîsa leşkerî ya Raqa, Meclîsa leşkerî ya Tabqa, Meclîsa leşkerî ya Girê Spî, Meclîsa leşkerî ya Sêrekaniyê, Meclîsa leşkerî ya Kobane, Meclîsa leşkerî ya Qamişlo, Meclîsa leşkerî ya Hol û Hêzên Parastina Xabur.”

Bi damezrandina QSD’ê re tekoşîna hevpar ya gelan, şoreş geştir bû.

Êdî şoreşa Rojava bû şoreşa Bakur Rojhilatê Suriyê û bi tekoşîna gelan bajarên Minbic, Tabqa, Reqa, Dêrezor ji çeteyan hatin paqijkirin û hat azadkirin.

Di qada leşkerî de xweparastina bakur rojhilatê Suriyê ji aliyê pêkhateyên QSD’ê ve hat pêkanîn, lê herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ji bo werin parastin jî ev pêkhateyên hatine avakirin jî wiha ne:

HPC/HPC-JIN (Hêzên Parastina Civakî)

Ev pergala gel ya ji bo axa xwe, nasname, hebûn û çanda xwe biparêze hatibû avakirin bi demê re navên wê weke HPC/HPC JIN veguherî pergal ê. Ev pergala hat avakirin bi tevlîbûna gel ji bo parastina şoreş û destkeftiyan li gund, tax, kolan û bajaran fedakariyên gelek mezin hatin kirin.

Di sala 2015’de li Rîmelanê bi konferansekê HPC/HPC JIN weke hêza fermî ya civakî ya herêmê hat bi navkirin. Weke hêza civakî û parastina destkeftiyan û şoreşê xebatên xwe berdewam dike. Ji bo HPC’ê ya ku bi şîara “kesê rêxistinkirî, cikava rêxistinkiriye” tevdigere, piştî Rojava bi giştî li Bakur Rojhilatê Suriyê eleqeyeke mezin çêbû û gel tevlê bûn. Erka xweparastinê tenê bi temen sînordar nake û tenê weke karê hin kes û zayendan nabîne. Jin, zilam, ciwan, pîr, kal ji her kesê nava civakê cih din nav xwe de mîna parçeyeke xweparastinê dibîne.

Hema hema li hemû bajarên Bakur Rojhilatê Suriyê, gel bi dilxwazî ji bo parastina tax û kolanên xwe di nav HPC’ê de cih digirin.

ASAYİŞ

Li ser hîmê Rêveberiya Xweser ya li Bakur Rojhilatê Suriyê ji bo ewlehiya navxwe yekîneyên Asayîşê yên ku hatin avakirin, berevaniyê li bajaran dike. Di binyata xwe de yekîneyên antî-teror jî hene. Li ser hîmê rêveberiya xweser li her qadê li ser esasê wekheviya jin û zilam, yekîneyên jin yên rêxistina xweser jî di nava ewlehiya hundûrîn de cihê xwe digirin.

Derbarê buyerên tundiyê dema ku îxbar têne kirin yekser yekîneyên Asayîşa Jinê mûdaxele dikin.

Gelên Sûryanî, Asurî, Ermenî û Ereb li herêmên xwe bi asayîşên xwe ve di rêveberiya xweser de cihê xwe digirin.

Di nava pergala rêveberiya xweser de saziya ku hêzên leşkerî pê ve girêdayiye Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Xweser e.

Lê weke pergala dewletê ya yekdest hişk nîne. Li gorî hêzên temsîliyeta xwe dibinin, li gorî binyata gelan rêxistinên xwe yên xweser jî hene. Mînak Sûryanî, Ermenî, Ereb an jî Kurd, her hêza ku civakekê temsîl dike, li ser hîmê xwe pêkhateyek xweser ava dike. Bi temsîliyeta xwe ya leşkerî û sivîl tevlî Wezareta Parastinê dibe.

NÊRÎNÊN OCALAN YÊN DERBARÊ ROJAVA DE

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê şoreşa Rojava de van nirxandina dike û ji bo gel şoreşê biparêzin vê bangê dike:

“Heta niha gelê me yê li Suriyê di nava zehmetiyên jiya, ku ev zehmetî têne zanîn. Rejîma Baas ya Suriyê nedihişt gelê me bêhnekê bistîne. Ti mafên wan yên netewî, civakî, siyasî qebûl nekir.

Tevgera Azadiya Kurdistanê, ev derfetên bi şerê Suriyê re derket holê karî jê feyde bibîne ev firsenda dîrokî, derfet rast nirxand û Şoreşa Azadiya Rojava pêkanî. Ev rewşeke dîrokî ye. Di serî de gelê me yê Rojava û ji bo giştî Kurdistanê xwedî maneyekê û nirxeke dîrokî ya mezin e.

Lê li Suriyê û rojhilatanavîn hê şer didome. Ji ber vê divê şoreş bê parastin, pêşxistin, mezinkirin û ji bo domdariya wê, divê ewlehiya wê were danîn. Gelê me û însanên me yên li Rojava û Suriyê, divê bi hemû hebûna xwe û hêza xwe ve xwedî li şoreşê derkevin.

Ji derfet û şertên şer sûdê bigrin û şoreşa Rojava pêk bînin. Ji bo vê divê Kurd heta dawî xwedî li şoreşê derkevin, têbikoşin û divê şer bikin. Gelê me li hemberî hemû zehmetiyên şer dikare li ber xwebide û tevahî jiyana xwe gorî şer rêxistin bike û divê gorî rastiya şer bijî.

Divê şêwaza jiyana şer geş bikin. Ez ji vê re dibêjim, rastiya gelê şerker. Heke neyê asta rastiya gelê şerker û li ser vî esasî karakterê civakî neyê çêkirin wê nikaribin hebûna xwe biparêzin û bidomînin. Ji bo ku mirov bikaribe hebûna xwe bi rengekî azad bijî, divê mirov were asta gelê şerker, bi vê ev mîsoger dibe, wê demê em dikarin hebûna xwe biparêzin û bi azadî bijîn.

Tê zanîn ku ev jî ne wiha hêsan e. Divê hemû Kurd xwedî li vê şoreşê derkevin, di ber vê de heta dawî şer bikin, têbikoşin û ruxmê her cûre zehmetiyan jî divê xwedî lê derkevin.”

ANHA


Mijarên Din